Koma Berxwedan - Bijî Heval Egîd lyrics

[Koma Berxwedan - Bijî Heval Egîd lyrics]

Rêheval Mahsum
Ger dilê me ji ber şehîdketina te disoze jî sund û peyman li me bê emê negirîn li dû te
Lê te çi ji me xwestbê bi hemû derfetên ji destê me tên wê bi cih bibin
Ji bona Kurdistan ku te di oxira wê de bêtirs xwîna xwe rijand û canê xwe da
Ji bona serxwebûn û azadiya gelê me
Ji bona hilweşandina dîroka tarîya ji hezar salan û vir da
Ji bona rizgarkirina gelê me ji wê bêrûmetî û bêşermiya hezar salan
Ji bona em Kurdistaneke serbixwe û azad xelatî gelên cîhanê û tevahî mirovahîya pêşveçûyî bikin
Ji bona em xwe bigehînin mirovahîya hemdemî
Ji bona ku em mêtîngerîya Tirkên faşîst ji erdê welatê xwe qût bikin û derxînin
Belê ji bo van giştan em yek car din ji ber girêdana bîranîna te sund û peyman didin te ku heta em xwîna xwe tevlî xwîna te dikin, emê her babêt fermanên te bikarbînin û li ser riya ku te danîye û bi xwîna xwe sor kiriye, tim pêşda herin

Bijî bijî heval Egîd, bijî bijî şêrê Kurda
Bijî bijî pilingê çiya, bijî serleşkerê hêja

Erda germ kir, av xwîn nebû
Me hezar canê delal da
Hîn ji me dixwazî xwîna zelal
Bese êdî ewqas qurban

Bijî bijî heval Egîd, bijî bijî şêrê Kurda
Bijî bijî pilingê çiya, bijî serleşkerê hêja

Gulle barîn wek baranê
Li ser çiya û deşta Botan
Wek birûskê bi hevre lêxist
Xwîn herikî li herêma Botan

Bijî bijî heval Egîd, bijî bijî şêrê Kurda
Bijî bijî pilingê çiya, bijî serleşkerê hêja

Xwîna şîrîn canê me ye
Egîd ê me rihê me ye
Ji cîgera gelê me ye
Serleşkerê ordîya me ye
Ji cîgera gelê me ye
Pêşrevanê partîya me ye

Bijî bijî heval Egîd, bijî bijî şêrê Kurda
Bijî bijî pilingê çiya, bijî serleşkerê hêja

Cenga wîna tirs da neyar
Şoreş ji me re kiriye huner
Doza wîna bûye fanûs
Egîd ji Kurdan re bû sembol
Doza wîna bûye çira
Egîd ji me re bûye Sembol

Bijî bijî heval Egîd, bijî bijî şêrê Kurda
Bijî bijî pilingê çiya, bijî serleşkerê hêja

Interpretation for


Add Interpretation

Add extended interpretation

If you know what the artist is talking about, can read between the lines, and know the history of the song, you can add interpretation to the lyrics. After checking by our editors, we will add it as the official interpretation of the song!

Latest added interpretations to lyrics

A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z #
Interpret