Koma Berxwedan - Efrîn lyrics

[Koma Berxwedan - Efrîn lyrics]

Bi milyonan dil bi hev re lê didin hebûna te ey Efrîn, her bijî Efrîn

Haaa, haaa..... her bijî Efrîn

Efsûna xwezaya netewekî ye tu
Bi xelekên agir gurz û gebenên te hatine hesandin Efrîna min
Bi xêz û xalên hemû yêzdanên efsûne
Bi hemû hevokên nasîna bedewdariyê tu hatye xemilandin Efrîna min

Kî dikari destdêrijîyê bedena kember zêrîn, bûka welatekî birîndar biki?

Ciyayên te yên bilind, axa te ya pîroz, kî dikari derbas biki?

Ma ne eniya te ye çiyayên xwastiyan ta bircên meydanan
Di sînga te de heybeta çiyayê Hawarê, kembera te ji çiyayên Nînûn di hemî zewan de, deşta Qitixê û deşta Cûmê her demî de buye hêlîna şêr û pilingan

Dayîka Îştarên hemdemî, Efrîna min

Hêvî me ez, hêviya azadiyê me
Hin caran bûm Bêrîtan, wek xencerekî ketim dilê îxaniyetê
Yek caran bûm Zîlan, min şikand dest û pîyê dagirkeriyê
Doh li Miştenûrê bûm Arîn Mîrkan, bûm mirina taristanê
Îro li deşta Efrînê bûm Awesta Xabûr, teqiyam di mejiya dijminê xwînxwar de
Ez jin im, hêvî me ez. Nêz dibim, mezin dibim, dibim azadiyê, dibim Efrîn

Efrîn, tu buye hêlîna şêrvan û berxwedêran, berfireh dibe, diheriki qadan
Dibê xemla hemû şaristaniyan
Ezim yê ku mirin jê ditirse, ezim yê ku ji mirinê jîn vejandiye
Ezim yê ku şitla azadiyê bi destê xwe çandiye
Ezim ez YPJ, YPG. Sondxwarê bi xwîna Demhat, Awesta, Reyhan, Arîn û Barîn
Dê Efrîn li ser serê dagirkeran bikim dojeha li rû zemîn

Bi milyonan dil bi hev re lê din hebûna te ey Efrîn, her bijî Efrîn

Haaa, haaa..... her bijî Efrîn

Em zarokên agir û rojê ne birayo, ji pozbilindiya çiyayê Kurmênç hilperikîne rûxakê

Di berbanga sibehan re me ji hêsîrên dayîkên dilbisoz şîrê wêrekiyê û mêrxwasiyê vexwariye loo

Ger tu min nas nake, bixwîne rûpelê dîroka min dê ji te re bêjim kî me ez

Ezim neviyê Hurrî û Mêdiyan, serkêş û mîrekê hemî şaristaniyan
Di hemî şer û cengan de min şikandiye pozê dagirker û neyaran loo

Efrîn, tu ye dildara azadîxwazan
Canbexşeyan xwe kirin sîpera parastina te. Ez jinim, jina serhildêrim, ez berxwedanim, ez serkeftinim
Xwedawenda serkeftinê ku dîrokek nû û nûjen ji agir diafirînim ez
Jinên çeleng bi tîpên zêrîn neqşandin navê te

Dê were ey dijminên mirovahiyê, vê carê jî bibarîn bombeyên xwe yên mirinê
Te dev ber neda ji vî barbartiya bi salan, xwe digevizîni di nava xwîna gelan de
Dê were bi kêriyên keftar û çeqelên xwe. Em li benda te ne li ser xaka xwe, li ber darên zeytunan
Me têr vewxwariye ji kaniya fikir û ramanên apê xwe
Bûne cangoriyên doza xwe
Lewma jî em baş dizanin kîjan kêlîyê bimirin jibo rûmeta xwe
Dê were ey xwînxwar! Lê baş zanîbe ev car ez wisa bi hêsanî nayêm daqurtandin, haa
Şiqmê û darên zeytûnan bibin hestiyê gamasiyê bimînin di qirrika te ya gemar de
Were, dê were bila dinya hemî bibîne. Li deşt û çiyayên Efrînê kî însan e, kî dijminê însanetiyê ye

Bi milyonan dil bi hev re lê didin hebûna te ey Efrîn, her bijî Efrîn

Her bijî Efrîn

Interpretation for


Add Interpretation

Add extended interpretation

If you know what the artist is talking about, can read between the lines, and know the history of the song, you can add interpretation to the lyrics. After checking by our editors, we will add it as the official interpretation of the song!

Latest added interpretations to lyrics

A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z #
Interpret