Koma Berxwedan - Her hebin pêşmergê me lyrics

[Koma Berxwedan - Her hebin pêşmergê me lyrics]

Her hebin pêşmergê me
Xweş dikin jiyana me
Qehremanê gelê me
Wa tên ji hêla Botanê
Rimrim û şadî û dîlan e
Ser rêça Bedran soz dane
Ser rêça Egîd soz dane
Alên wan sor hildane, hatin, hatin

Her hebin pêşmergê me
Xweş dikin jiyana me
Qehremanên gelê me
Hatin ji Diyarbekir
Gurzê dest Kawa bilind kir
Hatin ji Diyarbekir
Gurzê dest Mezlûma bilind kir
Çek û rextan li ser mil kir
Dilê me gelek şa kir, hatin, hatin

Her hebin pêşmergê me
Xweş dikin jiyana me
Qehremanê gelê me
Wa hatin ji hêla Qersê
Lo çi bi heybet û hêrs in
Wa hatin ji hêla Qersê
Lo çi bi heybet û hêrs in
Ji mirinê qet natirsin
Serhildan serê çiyan, hatin, hatin, hatin
Her hebin pêşmergê me
Xweş dikin jiyana me
Qehremanê gelê me
Hatin ji hêla Mêrdînê
Şahî dîlan û mizgîn e
Dilê kedxwara ditirsîne
Çavê neyar dirijînin, hatin, hatin, hatin

Her hebin pêşmergê me
Xweş dikin jiyana me
Qehremanê gelê me
Hatin ji çar hêlên welat
Serkeftin kirin xelat
Bûne serdarê rojhilat
Biryar dan roja felat

Her hebin pêşmergê me
Xweş dikin jiyana me
Qehremanê gelê me

Interpretation for


Add Interpretation

Add extended interpretation

If you know what the artist is talking about, can read between the lines, and know the history of the song, you can add interpretation to the lyrics. After checking by our editors, we will add it as the official interpretation of the song!

Latest added interpretations to lyrics

A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z #
Interpret