Koma Berxwedan - Mendo Têye / Mendo lyrics
[Koma Berxwedan - Mendo Têye / Mendo lyrics]
Keçê tu ye, tu ye, tu ye, tu bi sebra dila
Rûkê delalam gul e, Mendo lê
Li ber malam bihurî, Mendo lê
Kiras li bejnê xemilî, Mendo lê
Derke kulê ji vî dilî, Mendo lê
Mendo tu ye, tu ye, tu ye, Mendo lê
Keçê tu ye, tu ye, tu ye, tu bi sebra dila
Mendoka min çi rind î, Mendo lê
Delala min çi rind î, Mendo lê
Bejna Mendo bilind î, Mendo lê
Wek spîndara nav gund e, Mendo lê
Mendo tu ye, tu ye, tu ye, Mendo lê
Keçê tu ye, tu ye, tu ye, tu bi sebra dila
Mendoka min eyan e, Mendo lê
Roniya çeva eyan e, Mendo lê
Rewşa gund û cîran e, Mendo lê
Nav xezalan beyan e, Mendo lê
Mendo tu ye, tu ye, tu ye, Mendo lê
Keçê tu ye, tu ye, tu ye, tu bi sebra dila