Serhado - Ez Heme lyrics

[Serhado - Ez Heme lyrics]

Hertiştî berdidim çavên xwe miç dikim
Nefesek hildigirim ez hîs dikim ez li vir im
Hîs dikim ez heme ez heme

Heme ez heme ez têra xwe heme
Ji xwe re nakim xema na ne kêmî we me
Ji ber ku em ne tiştek in bê hevdû
Qut nabin ji hevdû ser yek dinya ne li gerdûn
Ajal, nebat, çem, çîya û însan
Hingivê xelat, pir pîroz e jiyan
Ji hev hez kin em tev yekin
Em ne wek hev jî bin tevlî bin
Her yek bi rengê xwe werin
Heydê em herin bila zanibin em li vir in
Zanibin em rind in zanibin em serbilind in
Reng bide der û dor bi dewsa mohra mor
Destê me de ye xezîna bin keskêsor

(dîsgotin) mêr be, jin be, reş be, spî be
Dirêj be, kin be, zar be, pîr be
Kûsî, mûrî yan jî fîl be
Hemû canên hez kirî ne

Li derve lê nepirse li derve lê negere
Qîmet bide xwe vê qîmeta te li te vegerê
Tu bi xwe bersivî nav xwe bijî aşîtî
Erê tu xweşikî nefikre wekidî
Va ye tu dijî, tu heyî, tu li virî
Dar û berî, tov û fêkî, pirpirîk û gûlî
Av û masî, ew bi hemû şiklî tu yî
Her yek bi rengek ahenga pirrengî

(dîsgotin) mêr be, jin be, reş be, spî be
Dirêj be, kin be, zar be, pîr be
Kûsî, mûrî yan jî fîl be
Hemû canên hez kirî ne

Tu ax î tu av î, bi hev re hunandî
Agir û hewa yî huner î
Çi reng î, çi qewm î, cins î yan ol î
Heval tu can î, tu insan î
Çima venekim deriyê dilê xwe ku ji min be

Çima nefret bikim ê ku ne wek min be
Ew mafê dikin bin pê, mafê min û te ye
Dinya ya me ye têra me hemû ya heye
Bes e ji te re, besî te ye
Besî min e, besî me ye
Dinya ya me ye têra me hemû ya heye

(dîsgotin) mêr be, jin be, reş be, spî be
Dirêj be, kin be, zar be, pîr be
Kûsî, mûrî yan jî fîl be
Hemû canên hez kirî ne

Interpretation for


Add Interpretation

Add extended interpretation

If you know what the artist is talking about, can read between the lines, and know the history of the song, you can add interpretation to the lyrics. After checking by our editors, we will add it as the official interpretation of the song!

Latest added interpretations to lyrics

A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z #
Interpret