Serhado - Sî ya Sî lyrics

[Serhado - Sî ya Sî lyrics]

Tarî girtiye herdera dinya alem bû ye pere
Destê kî berîka kî de ye?
Demançe kî li ber e?
Ma dayika digrî jê re derd e?
Na! Kes napeyvê bi hev re
Wijdan nema, herkes ji xwe re
Aqilê me telefonê di destê me de
Îro li meydanê şer e şerê birakujî û gelan
Gazinê qefesa kewa bi derewa kuştin bû rewa
Jiyan ewqas bê qîmet e?
Sînor nema xeynî yê dewletan
Lexê belav bike bi dest bixe

Ser ewra tavik e lê bin ewra… (dîsgotin)
Sî ya Sî Sï Sî sî ya Sî Sî

Zanin em kî ne em çi ne
Dewletin me dibînin me dibihîzin
Îro zanin em çi difikirin
Bi tiştên vala me mijûl dikin
De em fêmnekin, em ders negrin
De em hêrs nebin, serî ranekin
Qey em dîroka xwe ji bîr bikin?
Qey em bê nasname bimînin?
Wa? De were devera em aşin
Çerxa pergalê ser pista me kaş dikin
Yê bikin başin? Yê nekin şaşin?
Gotinên xweş in lê gotin belaş in!
Tabûtan dewsa dergûşan
Dinya mirin e vê pere bikin kû de?
Têr nabe hê dixwazê hê çavsor e pey ixtîdarê

Zikreş û çavbirçî ye çavê wî li kursî ye
Huzûra xwe dizî ye ji sî ya xwe tirsiya ye
(dîsgotin) sî ya Sî Sï Sî sî ya Sî Sî

Dema hatin xwe nedin alî
Serî rakin, rakin wî alî
Stêrka sor a mirovahî dijî zilm û zordestî
Tu hê jî bawer î tu azad î?
Kî ev pergal nivîsî? Zilamê spî yê serdestî
Yê me xapandî yê me kir bin pî
Nemînin bin sî ya wî biskînin wî çemberî
Bawer nebin ji derewên wî
Xwe venesêrin bin sî ya sî

Dinya tarî be jî tu tîrêj î

(dîsgotin) sî ya Sî Sï Sî sî ya Sî Sî

Interpretation for


Add Interpretation

Add extended interpretation

If you know what the artist is talking about, can read between the lines, and know the history of the song, you can add interpretation to the lyrics. After checking by our editors, we will add it as the official interpretation of the song!

Latest added interpretations to lyrics

A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z #
Interpret